Demirtaş: Di serdema Osmanî de Kurdistan hebû

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş Erdogan şiband virgûla xaldar(;) û bangî Serokwezîr Davutoglu kir ku di bernameyeke zîndî ya televîzyonekê de li ser pergala Serokatiyê û Xweseriyê giftûgoyan bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş Erdogan şiband virgûla xaldar(;) û bangî Serokwezîr Davutoglu kir ku di bernameyeke zîndî ya televîzyonekê de li ser pergala Serokatiyê û Xweseriyê giftûgoyan bikin.

Selahattin Demirtaş di komcivîna partiya xwe de bal kişand li ser birîndarên li Cizîrê û got ev 3 roj in ti agahî ji wan nayê stendin û pirs kir ku gelo neçûna ambûlansan dibe hinceteke hiqûqî."?

Demirtaş daxuyaniyên Erdogan ên beriya 2 salan ku tê de gotibû "Di serdema Osmanî de Kurdistan heye" da guhdar kirin û li ser gotinên Davutoglu ên wek em ê Sûra Amedê bikin wekî Toledo jî wiha got; "Bi ketina Toledo Faşîzma Franco destpê kir. Hemû ev tiştên diqewimin, li gorî hiqûqa navxweyî, li gorî hiqûqa navneteweyî cihê sûcên giran e. Roj wê were ew ên li Dadgehên Navnetweyî bên darizandin."

Derbarê daxwaza Leyla Zana ya bo hevdîtina bi Erdogan jî Selahattin Demirtaş wiha got: “Em rêzê ji Zana re digirin û em her piştevanên wê ne. Pêwîst e em deriyên xwe ji wan kesan ku dixwazin bi me re hevdîtan bikin re, vekin. Li ser navê partiya me daxwaza hevdîtinekê çê nebû lê belê Leyla Zana siyasetzaneke li ser aştiyê dicirife. Lê we bersivên wan dîtin"