Dibistanek ji kesên kûr li Kobanê hat vekirin
K24 – Kobanê
Bi alîkariya Desteya karûbarên Civakî û rêxistina Kobanê ya Hawar û Geşepêdanê, dibistaneke taybet bi kesên kûr ji aliyê Rêvebiriya komeleya Tîrêj ya astengdaran li bajarê Kobanê hat vekirin.
Endama Komeleya Tîrêj Merwa Hisên ji K24ê re wiha got: "Ev du meh in em amadakariyên xwe bo vekirina vê dibistanê dikin. Dibistan ji 15 şagirtên kûr pêk tê, herwiha du rêveber û du mamoste tê de şagirtan perwerde dikin."
Hejmara kadroyên perwedê û rêveberıya wê dibistanê ji 4 kesan pêk tê, şagirt Zimanê Kurdî û bikaranîna kompıyoterê têne fêrkirin, rêveberê dibistanê jî kesekî kûr e, xwendina xwe li Şamê bi dawî kiribû, herwiha bawernameya zanistên siyasî û parêzerî wegirtibû.
Derbarî xwendina dibistanê û waneyên wê de, Rêveberê dibistanê Silêman Bekir Mehmûd ji K24ê re wiha axivî: "Di destpêkê de emê waneyên Zimanê Kurdî û Kombiyoter yên taybet bi kesên kûr in, bidin. Herwiha programê wê jî taybet bi yên kûr in."
kadroyên dibistanê bi mebesta bilindkirina morala wan, dê gihandin û alîkariya astengdarên kûr bikin, bi hînkirina rêbazên xwndinê yên taybet bi kesên kûr legel zanistên civakî.
Nebûna alavên perwerdeyê, veguhestina şagirtan û kêmbûna mûçeyan dibin asteng li pêşiya karê dibistanê.