Komîta Aktîvkirina Parlemento û hikûmetê ligel Tevgera Goranê dicive

civîna îro ya Komîta Aktîvkirina Parlemento û hikûmetê ligel Tevgera Goranê dest pê kir, Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî civînê nebû.
kurdistan24.net

K24 – Silêmanî

civîna îro ya Komîta Aktîvkirina Parlemento û hikûmetê ligel Tevgera Goranê dest pê kir, Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî civînê nebû.

Civîna di navbera komîta asayîkirina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û aktîvkirina palemento û hikûmetê ligel Tevgera Goranê îro demjimêr 11.00 dest pê kir.

Herwiha ew civîn li mala Rêkxerê Tevgera Goranê Neşirwan Mistefa dê bi rê ve diçe.

Zanyariya K24ê jî ew e ku, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di civîna îro de ligel Tevgera Goranê, beşdar nabe, ew yek jî vedigere ku di heman demê de îro civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi rê ve dice.