Tirkiye li ser bezandina sînorê Rojavayê Kurdistanê berdewam e

Hikûmeta Tirkiyê dibêje ku bi armanca serastkirina sînor, wan Hevpeymaniya Navdewletî û NATOyê agehdar kirine.
kurdistan24.net

K24- Qamişlo

Hewldanên welatiyên gundê Sermisaxê bo avakirina rêbendan bi gulebarandinê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatin bersivdan, welatî jî dibêjin ku ti carî rê nadin Tirkiyê ku axa Rojavayê Kurdistanê dagîr bike.

Derbarê hawldanên welatiyên gundê Sermisaxê, jinek bi navê Meyasa  ji K24ê re got: "Tirkiyê çaverê ye ku van gundên li ser sînor vala bikin, lê ti carî em rê nadin vê yekê bike, ji ber ku ev ax axa Rojavayê Kurdistanê ye."

Herwiha welatiyeke din a gundê Sermsaxê bi navê viyan wiha ji K24ê re axivî: "Tirkiyê dixwaze axa Rojavayê Kurdistanê dagîr bike û sînoran ji xwe re çêke, lê ew ti carî nikare bi wan kiryaran, me ji axa welatê me dûr bike yan gelê Kurd parçe bike."

Li seranserî sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de, ji(20 - 100) mitreyan sînor bezandiye, Yekîneyên parastina gel (YPG) jî,  ji aliyê xwe ve ragihand ku hikûmeta Turkiyê dê berpirsyar be derbarê hemû pirsgirêkin ku li ser sînor biqewime, herwiha ewê bêdeng nemînin û bersiva destêwerdana Tirkiyê di xaka Rojavayê Kurdistanê de bidin.

Derbarê destêwerdana Tirkiyê û bersiva Kurdan, Hevserokê herêma Aliyan a Rêveberiya Xweser Mihemed Cemîl ji K24ê re wiha got: "Em rê nadin dagîrkerên Tirk derbasî axa me bibin, armanca Tirkiyê ne tenê bezandina sînor e, belkê ew dixwaza hemû Rojavayê Kurdistanê dagîr bike."

Hikûmeta Tirkiyê  dibêje ku bi armanca serastkirina sînor, wan Hevpeymaniya Navdewletî û NATOyê agehdar kirine.