Sûr ji xelkê xwe vala dibe

Sibeh îro Çarşemê, qedexe li ser 9 taxan rabû.

K24 - Diyarbekir 

Navçeya Sûrê ya Diyarbekirê ji ber şer û aloziyan vala dibe. Piraniya xelkê, malên xwe bi rondikên çavan bicihdihêlin û ber bi taxên bihatir ve direvin. Li 9 taxan qedexe hat rakirin lê dîsa jî xelk ji ber metirsiya pevçûnan koç dikin.

Dengên teqîn û çekan ji navçeyê ker nabe. Xizmetguzarî bi temamî sekinîne. Her ku diçe hêviya xelkê ji aştiyê kêm dibe lê dîsa jî dixwazin dewlet û xwepêşander dawiyê li şerê di nava bajêr de bînin.

Xelk, bi qefleyan ji hembêza Kelha Diyarekirê direvin. Ji alavên malên xwe yên Sûrê, tenê hin tiştên ku bi demkî pêdiviyên wan bibînin bi xwe re direvînin taxên derveyî Sûrê. Nurcan Altaş, dayîka du zarokan e. Zilamê wê miriye. Ew jî weke bi hezaran kes neçarî bicihiştina mala xwe bûye û li ber Kelha Qedîm derd û kulên xwe tîne ziman.

 

Nurcan Altaş ji peyamnêrê K24ê re got: “Xaniyên min çû, mala min çû. Ez û du sêwiyên xwe li koçeyan man. Ti kesê min nîne, ka ez ê herim ku?”

Ji 2 mehan zêdetir dibe ku li 6 taxên navçeyê qedexe, şer û pevçûn didomin. Jiyana aborî, perwerdehî, tenduristî, kulturî û civakî serûbino bûye. Xelk gazindan ji dewlet, hikûmet, HDP û PKKê dikin.  Ev xanim hêrs bûye û dibêje, yên ku bûne sedema ew mala xwe bicihbilêhin ka bila vêca alikariya wan bikin.

Welatiyekî din jî ku nexwest navê xwe eşkere bike wiha behsa serpêhatiya xwe dike: “Ez navê xwe nabêjim, lê êdî ez tijî bûme, min bi ked û xebata firinê 2 qedeyên xwe dan xwendin û niha bi kirayê xaniyê xwe ez li wan dinêrim. Lê xaniyê min vala ye û dewlet dibêje em pere nadin we, de ka nixwe li gedeyên min xwedî derkevin. Ev bajarê me yê pak-paqij we kiriye vî halî de.”

Li taxên Camî-î Kebîr, Cemî-î Nebî, Îskenderpaşa û Melîkehmedê qedexe bi demkî hat ragihandin lê li taxên navborî û 5 taxên din qedexe dîsa hat rakirin. Xelk dibêje, ji ber ko Sûr bi temamî bê valakirin qedexe hat rakirin. Ramazan Kalkan jî alavên xwe bi amûra bi navê “çek-çek”ê ji mala xwe ya li Sûrê derxistiye; dê bi qamyonetekê dîsa bar bike û biçe xaniyeke kirêya wî biha. Kalkan, dibêje heta bi temamî aramî neyê Sûrê niyeta wî nîne êdî vegere.

Ji destpêka qedexe û pevçûnan ve tenê li navçeya Sûrê herî kêm 19 leşker û polîsên Tirkiyeyê canê xwe ji dest dane. Ji hêla din ve hê jî 4 cenazeyên xwepêşandaran li kolanên navçeyê ne. Li gorî ragihandina aliyên fermî yên Tirkiyeyê heta niha li Sûrê 148 çekdarên Yekîneyên Parastina Sivîlan YPS-ê hatine kuştin, lê YPS-ê vê yekê red dike. Nifûsa Sûrê kêmzêde 121 Hezar e, heta niha herî kêm 30 hezar kes malên xwe bicîhiştine. 

Navçeya Sûrê, navenda bazirganiya Diyarbekir û herêmê ye, hejmareke zêde berhemên dîrokî lê ne, di lîsteya UNESCO ya mîrateyên dinyayê de ye. Lê niha meydana şer e.