Ji bo çi destura bingehîn a Tirkiyê nayê guhertin?

Her far partiyên serene nêrînên cuda didin, di navbera HDP û MHPê de nîqaşên dijwar derdikevin.

K24 - Enqere

Li parlamentoya Tirkiyê ji bo gurhetina destûra bingehîn, komisyona duyemîn a lihevkirinê hat damezrandin. Ji her partiyê di parlamentoyê de xwedî kome 3 nûner cih digirin.

Piştî hilbijartinên giştî yê Tirkiyê niqaşên li ser guhertina destûra bingehîn disa destpê kir. Her wiha li parlementoya Tirkiyê komisyonek lihevkirinê hate damezradin ku xebatên destûrê bimeşînin

Serokê Komîsyona Lihevkirinê Ahmet Îyîmaya di axafitina xwe de daxwaza pergala serokatiyê anî zimên.

Derbarê mijarê de, Serokê Komîsyona Lihevkirina Destûra Bingehin, Ahmet Îyîmaya got: “Heger parlamento bêje bila destûra bingehîn ya heyî were rakirin bes e. Lê belê parlamento erkên xwe bi cih nake. Sedema wê jî pergala parlamenteriyê  ye ku ev kêşe jî bi hatina pergala serokatiyê dê çareser bibe.” 

Li ser xalên nû yên destûra bingehîn di navbera her çar partiyên de niqaş hene. ji ber ku daxwazên her çar partiyan cûda ne. Bo nimûne daxwaza AKPê pergala serokatiyê ye. Lê belê CHPê û MHP tekez qebûl nakin. Niqaşên mezin bi taybetî di navbera nûnerên HDPê û MHP de derdikev e. Ji ber ku şertên HDPê, MHP û şertên MHPê jî HDPê qabûl nake. 

Cîgirê Serokê YOKê, Yavuz Atar helwesta HDPê rexne kir û da zanîn ku li hevkirina MHP û Hê gelekî dijwar e û wiha pêde çû: “Wekî mînak HDPê her tim di hemû xalan de zimanê dayikê û wekheviya jin û mêran tîne ziman. Ji aliyê din vê jî daxwaza xwe ya reveberiya xweser tîne zimên. MHPê jî vê teqez red dike.“

Wekî komîsyona berê di vê komîsyonê de jî AKP, CHP, HDP û MHP li ser xalên destura bingehin li hev nakin û AKPê jî nikare bi tena serê xwe destûra bingehin biguherîne. Ji bo guhertinê dengê 330  parlamentaran pêwîst e. Lê belê hejmara parlamenterên AKPê 317 e. Ji ber vê AKP divê bi partiyên din  re li hev bike.