Brîtanya 1.74 milyar dolar bexşî Sûriyan dike

Brîtanyayê ragehand ku, ew dê alîkariyên mirovî bi nirxê 1,74 milyar dolar pêşkêşî gelê Sûrî yê ziyan ji krîza Sûriyê dîtine, bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Brîtanyayê ragehand ku, ewê alîkariyên mirovî bi nirxê 1,74 milyar dolar pêşkêşî gelê Sûrî yê ziyan ji krîza Sûriyê dîtine, bike.

Hikûmeta Brîtanyayê îro, ragehand ku, ew dê di navbera salên 2016 – 2020an de, alîkariyên mirovî bi nirxê 1.74 milyar dolar pêşkêşî gelê Sûrî yê ku ziyan ji krîza Sûriyê dîtine (Sûriyên li hundir û li welatên cîran) bike.

Serokwezîrê Birîtanyayê David Kameron berî destpêkirina Kongreta Navdewletî ya “Welatên alîkariya bexş” ya li Londonê îro bi rê ve dice, di daxuyaniyekê de got: “Em niha bi hewceyî pereyan in, bo zeftkirina şepêla penaberiyê ya ku berê xwe dide Ewropayê.

Li Londonê kongreya “welatên alîkariyên bexiş” bi beşdariya Neteweyên Yekbûyî (NY), Brîtanya, Kuwêt, Norwîj û Almanyayê bi rê ve diçe, hewldanek jî bo komkirina 9 milyar dolar bo alîkarîkirina Sûriyan re di rojevê de ye.