Fermadarekî Îranê li Sûriyê hat kuştin

Ev ne cara yekemîne ku, leşkerên Îranê di şerê Sûriyê de têne kuştin, berî niha jî heman ajansê ragehandibû ku termê 13ê kesên din ku di şer û pevçûnên Sûriyê de hatine kuştin vegerandine Îranê.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Fermandarê Îranê bi navê General Muhsîn Kacariyan li Sûriyê di şer û pevçûnan de hat kuştin.

Derbarê kuştina wî leşkerî de ajansa FARSê  Îranê tekez kirk Fermandarê Îranê bi navê General Muhsîn Kacariyan li Sûriyê di şer û pevçûnan de hat kuştin.Li gorî zanyariyan General Muhsîn Kacariyan li bajarê Nîşaburê fermandarê tuxaya zirxî a Îmam Riza ya yekem bû.

Ev ne cara yekemîne ku, leşkerên Îranê di şerê Sûriyê de têne kuştin, berî niha jî heman ajansê ragehandibû ku termê 13ê kesên din ku di şer û pevçûnên Sûriyê de hatine kuştin vegerandine Îranê.