YPGê bîloncoya meha borî belav dike

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) radigehîne ku, di meha Çileya borî de 20 şervanên wê di şerê DAIŞê de, şehîd bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) radigehîne ku, di meha Çileya borî de 20 şervanên wê di şerê DAIŞê de, şehîd bûne.

YPGê di daxuyaniyekê de, amara şerê xwe ya di meha Çileya borî de, digel çekdarên DAIŞê de belav kir û eşkere kir ku, 98 çekdarên DAIŞê kuştin û hejmareke zor ji çek û teqemenî desteser kirine.

Herwiha YPGê diyar kir ku, di meha Çile de, 20 şervanên wê di şerê DAIŞê de şehîd bûne.

YPGê ku wek hêzeke ser bi Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, niha jî di çarçoveya Hêzên Sûryeya Demoktartî de şerê DAIŞê dike.