Kerry û Lavrov li agirbestekê li Sûriyê lihev dikin

Wezîrên Derve yê Amerîka û Rûsyayê derbarê ragehandina agirbestê û derbaskirina alîkariyê mirovî li Sûriyê lihev dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrên Derve yê Amerîka û Rûsyayê derbarê ragehandina agirbestê û derbaskirina alîkariyê mirovî li Sûriyê lihev dikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry îro di destpêka kongreya “Welatên alîkariya bexiş” de ragehand ku, wî bi pêwendiyeke telefonî bi hevşanê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re, li ser gotûbêjkirina agirbestê û derbaskirina alîkariyên mirovahî ji her du aliyan re (opozîsyon û rêjîm) li Sûriyê rêkeftine.

Herwiha Kerry got jî ku, Lavrov derbarê agirbestê û derbaskirina alîkariyên mirovahî ji her du aliyan re pejrandiye.

ji 29ê Çile, civîna Cenêv-3 ya bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo çareserkirina krîza Sûriyê di navbera opozîsyon û rejîma wî welatî de dest birêve çûbû.

Bi sedema pabendnebûna rêjîma Sûriyê bi biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî 2254, herwiha berdewamiya dorpêçkirina sivîlan û bombebarankirina bajar û bajarokan, civînên Cenêvê bo 25 vê mehê hat lipaşxist.

Kerry got jî, divê Rûsya bi erkên beramber Netewên Yekbûyî rabe û rê bide ku alîkariyê mirovî derbasî deverên dorpêçkirî bibe û êrîşa li ser sivîlan rawestîne.