“Divê tedabîrên bilez ji komkujiya Kurdê Êzdî were birin”

Parlementoya Ewropayê daxwaz ji YE û Encûmena Asayişa Navdewletî dike, tedabîrên bilez bo rûbirûbûna Komkujiya Ezdiyan û Xirstiyan bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementoya Ewropayê daxwaz ji YE û Encûmena Asayişa Navdewletî dike, tedabîrên bilez bo rûbirûbûna Komkujiya Ezdiyan û Xirstiyan bikin.

Parlementoya Ewropayê diyar kir ku, DAIŞ li Iraq û Sûriyê li dijî kêmnetew û pêkhateyên olî “Komkujiyên bi mebest” dike. Herwiha ji civaka navdewletî daxwaz kir ku, tedabîrên bilez li dijî vê yekê bistîne.

Parlementoya Ewropayê di biryara xwe de, daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kir ku, nûnerekî taybet bo azadiya ol û ayînan re destnîşan bikin. Ji Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaz kir ku, tebabîrên bilez derbarê vê yekê bistîne û bi “tewanên bi mafên mirovatiyê” binav kir.

Parlementerê Swêdî Laris Adaktasan ragehand ku, ev biryar dîrokî ye, ji ber ku parlementerên 28  welatên YEyê yên ku nûnertiya 500 milyon kes dikin, nameyek zelal ji Komisyona Ewropayê û Civaka Navdewletî re birê kir, bo bi erkên xwe derbarê kêmnetew û pêkhateyên olî rabin yên ji DAIŞê re dibin armanc.

Di avdara 2015an de, raporeke NY êrîşên li ser Kurdên Êzdî li Iraqê bi “Komkujî” binav kir.

Di 3ê Tebaxa 2014an de, ji ber êrîşa çekdarên DAIŞê li ser Şingalê bihezaran Kurdên Êzdî hatin kuştin û revandin. Bi hezaran jî berve Herêma Kurdistanê derbider bûn.

Bi dawiya sala 2015an re, hêza Pêşmerge bi serpereştiya Serokê Herêm Kurdistanê Masûd Barzanî Şingal ji DAIŞê hat rizgarkirin.