Serdozgeriya Diyarbekirê ji HDPiyan rapora lêpirsînê amade dike

Serdozgeriya Diyarbekirê, fezlekeya derbarê Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan HDP-ê, parlementerên HDP-ê Sirri Sureyya Onder û Ertugrul Kurkçu û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD-ê Selma Irmak-ê de amadekirî bo Wezareta Dada Tirkiyê birê kir.

K24 – Diyarbekir

Serdozgeriya Diyarbekirê, lêpirsîna derbarê Civîna Awarte ya KCD-ê ya ku di Kanûna 2015-an de bi mijara "Xwerêvebirin''ê de kom bibû temam kir.

Serdozger dibêje; Demîrtaş, Yuksekdag, Onder, Kurkçu û Irmakê di axaftinên xwe yên di kongreyê de xelk ji bo kîn û dijmanatiyê tehrîk kirine.

Serdozgerî dibêje ji ber ko bersûc bêne darizandin divê destnedayîna wan bê rakirin. 

Ji bo ko fezleke bigihe destê Wezareta Dadê ji Serokatiya Meclisa Mezin ya Tirkiyê re hatin şandin.