Cîgira Serokê Parlemetoya Almanyayê spasiya Dihokiyan dike

Cîgira Serokê Parlemetoya Almanyayê serdana kampa Şarya ya Kurdên Êzdî kir û spasiya xelk û Parêzgeha Dihokê bo alîkarkirina penaber kir.
kurdistan24.net

K24 – Dihok

Cîgira Serokê Parlemetoya Almanyayê serdana kampa Şarya ya Kurdên Êzdî kir û spasiya xelk û Parêzgeha Dihokê bo alîkarkirina penaber kir.

Cîgira Serokê Parlemetoya Almanyayê Claudia Road îro serdana kampa Şarya ya Kurdên Êzdî li Parêzgeha Dihokê kir, di konfiranseke rojnamevanî de got: “Ez bi navê Parlemento û hikûmeta Almanyayê spasiya xelk û Parêzgeha Dihokê dikim û nîşana cîhanê jî didim ku alîkarî çawa ye.”Road got jî: “Ez hatime spasiya karmendên vê kampa penaberan bikim, ezê bi Ewropa jî bidim zanîn ku alîkarî li vir çawa ye, ta Ewropa zêdetir alîkariyan bide.”Cîgira Serokê Parlemetoya Almanyayê Claudia Road, roja 2 vê mehê gihêşt firokxaneya Silêmaniyê ya Navdewletî.