King’s College: Hejmara çekdarên DAIŞê 200 hezar kes e

Li gor lêkolîneke nû, çekdarên DAIŞê yên ji Asyeya Navîn zêde bûne.

K24- Stenbol

Komponyaya lêkolînê Ya Birîtanî yê King’s College , di meha borî de li ser DAIŞê lêkolînek kir. Li gorî lêkolinê tavahiya hejmara endamên DAIŞê 200 hezar kes e û ji wan 20 hezar 700 kes jî biyanî ne.

DAIŞ dewlemendtirîn rexistina terorî ya li cihanê ye û bi lêkolina King’s Colllge carek din hejmara endamên DAIŞê hat eşkere kirin. Li gorî wê lêkolînê ji bilî welatên rojavayî û Efrîqayê, welatiyên Asyaya Navîn û Rusyayê jî beşdarê DAIŞê dibin. 

Derbarê  mijarê de, Alikariyê Serokê Giştî yê USAKê, Kamer Kasım got: “Lêkolina King’s College derxist pêş çavan ku endamên DAIŞê tenê ji welatên Ewropayê û Amerîkayê pêk nayên. Heta ji Asyaya Navîn jî 3 hezar kes tevlî DAIŞê bûne û li Sûriyê û Iraqê şer dikin.”

Dewletên navneteweyî li dijî DAIŞê yaseyên nû çê dikin û pêşgirîyên tund digirin ku dewletan Asyayê jî di nav de ne. Ji ber ku hejmara kesên ji wan welatan beşdarî DAIŞê dibin gelekî zêde ne. 

Serokê Akademiya Siyaseta Karên Derveyî yê Kirgizîstanê, Kairat Osmonaliev diyar kir ku DAIŞê xwe di çend salên dawî de gelekî xurt kiriye

Osmonaliev wiha jî berdewam kir: “DAIŞ ji bo Asyaya Navîn jî gelekî metirsî ye. ji ber vê Kirgizîstan jî biryarên Neteweyên Yekbûyî yên derbarê DAIŞê  de, qebûl kiriye.  Me jî du sal berê li dijî DAIŞê yase derxist û çûna nav DAIŞê qedexe kir.”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), DAIŞ rexistina herî metirsîdar a terorî ye û zêdetir li Sûriyê û Iraqê çalak e. Lê belê wekî çalakiyên wê yên terorî li welatên din jî heye. Wek mînak di çalakiyên wê yên li Enqerê, Stenbolê û Parîsê de bi sedan kesan canê xwe ji dest dan. Niha dewletên navneteweyî li dijî DAIŞê li Sûriyê û Iraqê operasyonan lidar dixin.