Karvedana peyama Barzanî di medyaya Tirkiyê de

Daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ya derbarê "Referandûma Serxwebûna Kurdistanê", di medyaya Tirkiyê de cihekê fireh girt. Piraniya medyayê gotinên Barzanî yên "dema referanduma serxwebûnê hatiye" kişandin manşetên xwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajans, rojname û televîzyonên Tirkiyê girîngiyeke mezin dan daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê. Her yekê hin babetên girîng yên naveroka daxuyaniyê derxistin pêş.

NTV gotinên Barzanî yên "Mafê kurdan heye ku qedera xwe diyar bike" kişand manşetê.

Rojnameya Mîlîyetê jî gotinên "Dema referandûmê rast e û merc jî guncaw in" derxistiye pêş.

Rojnameya Cûmhuriyetê bal kişandiye ser gotinên Serok Barzanî yên,"Bo serxwebûnê em ji ti kesê destûr naxwazin"

Rojnameyên Hurriyet, Yenî Şafak, Sabah û gelek rojnameyên dîtir, girîngî dane babetên daxuyaniyê yên "Demê referandûmê hatiye, Serxwebûn mafê kurdan e."

Hin rojname jî daxuyaniyê wek pêngaveke nû nîşan didin û destnîşan dikin ku Barzanî bi nimûneyên Katalonya û Skoçyayê dixwaze Kurdistana Serbixwe ragihîne.