Putin bo serkeftineke kesayetî çaverêyî ketina Helebê dimîne

Di baweriya Serokê Rûsyayê de, ye ku êrîşên welatê wî, hevkêşa leşkerî li Sûriyê guhartiye, li ew çaverêyî ketina Helebê dimîne, dako ji Putin re bibe sembola serkeftina leşkerî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di baweriya Serokê Rûsyayê de, ye ku êrîşên welatê wî, hevkêşa leşkerî li Sûriyê guhartiye, li ew çaverêyî ketina Helebê dimîne, dako ji Putin re bibe sembola serkeftina leşkerî.

Çar mehên ku Rûsyayê êrîşên esmanî li Sûriyê, bo piştevaniya rêjîmê bû alîkarî bo başkirina rewşa Artêşa Sûriyê li ser erdê li dijî opozîsyona wê, lê ti serkeftinên balkêş nehatiye tomarkirin.

Kolonêlê berê di Artêşa Rûsyê de Dimetrî Trînîn ji “Rueters” re got: “Heta niha li gor raporan em dibihîsin ku pêşketinên rêjîma Sûriyê li ser erdê heye, lê ev hemû ne serkeftinên balkêş in.”

Serkeftina li Helebê dê morala naxweyî ya Rûsyayê bilind bike, ji ber ku krîza aborî û asta jiyanê li Rûsyayê ji 15 salên ku Vladimir Putin li ser desthilatê ye, yekem car bipaş ve çûye.

Herwiha Trînîn dibêje jî, ku plana Putin ew e, ku ji nîgerana civakî li Rûsyayê xilas bibe, her serkeftinek li Helebê dê ji Putin re bibe sembola serkeftina leşkerî, bo zêdekirina piştgîriya Rûsiyan jî re.

Trînîn dibêje ku, Sûriyê ji Putin re gelekî girîng e, armanca dawî ya Putin ew e, ku Rûsyayê bike ji welatên herî bihêz. Sûriyê jî cihê guncaw ji vê yekê re ye.”

Bi nemana sebra Rûsyayê ji serkeftinên balkêş re, ragehandina navxweyî yên Rûsyayê eşkere kirin, ku Moskoyê bêhtirî ji 40 firokeyên pêşketî wek SU35 bo êrîşên li Sûriyê bikar tîne.

Di 30ê Îlona 2015an de Rûsyayê dest bi operasyonên xwe yên li Sûriyê kir, lê heta niha ti serkeftinên balkêş nekirine, nexasim li bajarê Helebê yê ku ji sala 2013an de di navbera rêjîm û opozîsyonê de, bûye du beş.