Behrên amade ye hêzeke bijayî bişîne Sûriyê

Piştî Erebistana Siudiyê, Behrên radigihîne ku, ew jî amade ye, di çarçoveya Heveymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de, hêzeke bijayî bişîne Sûriyê, bo şerê DAIŞê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî Erebistana Siudiyê, Behrên radigihîne ku, ew jî amade ye, di çarçoveya Heveymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de, hêzeke bijayî bişîne Sûriyê, bo şerê DAIŞê bike.

Balyozê Behrênê li Brîtanyayê Şêx Fewaz Bin Mihemed di daxuyaniyekê de ragihand ku, Behrên di çarçoveya Hevprymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de û bi hevahengî ligel Siudiyê, amade ye hêzên bijayî bo şerê terorê bişîne Sûriyê.

Şêwirmendê Wezîrê Bergîriyê yê Erebistana Siudiyê Emîd Ehmed Esîrî pêr ragihandibû ku, Siudiyê amade ye ku beşdarî operesyonên bijayî li Sûriyê bibe, heger Hevpeymaniya Navdewletî biryara vê yekê bide.

Şêx Fewaz eşkere kir, ku Encûmena Hevkariya Kendavê, biryara avakirina navendeke operesyonên deryayî li Behrênê daye.

Herwiha Şêx Fewaz got: “Avakirina hêzeke hevbeş ji Encûmena Hevkariya Kendavê, dide xuyakirin ku welatên Kendavê bi niyaz in ku tedabîrên pêwîst bo jinavbirina terorê li herêmê bibin.”

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Dewletê bo karûbarên Derve yê Îmarata Erebî Enwer Qereqoş jî ragihandibû, ku Îmarata Erebî amade ye hêzekê bo rûbirûbûna terorê bişîne Sûriyê.

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê Aşton Karter pêşwazî li pêşniyara Siudiyê kir û got: “Zêdekirina çalakiyên welatên beşdar di hevpeymaniyê de, dê ji Amerîka re alîkar be ku DAIŞ were jinavbirin.