HDKê dixwaze li Rojhilatê Kurdistanê referandûmê bike

HDKê şazdemîn kongreyê xwe yê yasayî dest pê kir.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Sekreterê Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK), Xalid Ezîzî ragihand ku, ew dixwazin ku referandûm li Rojhilatê Kurdistanê were encamdan.

Îro li Başûrê Kurdistanê, HDKê şazdemîn kongerya xwe ya asayî dest pê kir, Xalid Ezîzî di gotarekê de got ku, ev 70 sal e ew bi nermî ligel Komara Islamî ya Îranê tevdigeran.

Xalid Ezîzî diyar kir jî ku, HDKê berdewam bi berpirsyaretî danûstan ligel rewşê kiriye û got: “Me hemû awayên danûstandinê ligel Îranê bikar aniye.”

Sekreterê HDKê eşkere kir jî ku, ew encamdana referandûmê bo zanîne nêrîna xelkê li Rojhilatê Kurdistanê, bi mafê xwe yê rewa dizanin.