Partiyên Kurdî dixwazin şer ji nav bajaran derkeve

Di Konferansê de bang li Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê jî hat kirin ku şerê çekdarî ji nava bajaran bê dûrxistin. Herwiha rexne li perspektîfa HDPê ya Tirkiyeyîbûnê jî hat girtin.

K24 - Diyarbekir

Li Diyarbekirê Konferansa bi navê “Konferansa Bidawîanîna Şer Li Kurdistanê û Perspektîfên Çareseriyê Yên Siyasî” ku ji aliyê 6 partî û rêxistinên siyasî ve hatiye organize kirin berdewam e.

Di rûniştina yekem de beşdar û axaftvan li ser pirsa Kurd rawestiyan. Herwiha beşdarên konferansê dixwazin destpêkê şerê çekdarî yê li Bakur bidawî bibe û dûv re jî gelê Kurd weke milletekê bê nasîn.

Konferansê bi rêzgirtinê destpê kir. Hejmarek siyasetmedar, akademisyen û rewşenbîr beşdarî konferansê bûn. Li ser navê Partiya Gelan a Demokratîk HDPê Parlamenterê Wanê Adem Geverî beşdar bû.

Ji Rojavayê Kurdistanê nûnerên Partiya Pêşverû jî beşdar bûn. Herwiha videoya dawî ya Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî ku di êrişeke çekdarî de li ber Mînareya Çarling hatibû kuştin  hat nîşandan.

Di Konferansê de bang li Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê jî hat kirin ku şerê çekdarî ji nava bajaran bê dûrxistin. Herwiha rexne li perspektîfa HDPê ya Tirkiyeyîbûnê jî hat girtin û li şuna vê yekê hate xwestin ku Kurd weke milletekî cîhanê bigihe mafên xwe yên Kurd û Kurdistanî. Konferans dê sibe jî berdewam bike.

Li Bakurê Kurdistanê, şer û alozî li ser hemû aliyên jiyanê bandorên neyînî dike. Loma 6 partî û rêxistinên Kurdistanî; Partiya Sosyalîst a Kurdistan PSK, Partiya Azadiya Kurdistan PAK, Partiya Demokratîk a Kurdistan -Bakur PDK-Bakûr, Partiya Azadî û Sosyalîzmê OSP, Hereketa Azadî û PAK-Kurd, Konferansek bi navê “Konferansa Bidawîanîna Şer Li Kurdistanê û Perspektîfên Siyasî Yên Çareseriyê” saz kirin. Konferans dê 2 rojan berdewam bike û siyasetmedar, akademîsyen, rewşenbîr û nivîskar beşdar in.