Civîna Barzanî û aliyên siyasî hat paşxistin

Paşxistin li ser daxwaza Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye.

K24- Hewlêr

Civîna çaverêkirî ya Serokê Herêma Kurdistanê ligel aliyên siyasî hat paşxistin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fûad Hisên danê nîvroyê taybet ji K24ê re ragihand  ku, dê sibe, Yekşemê, civîna a duyem a Serokê Herêmê Mesûd Barzanî û aliyên sîyasî encamdan.

Lê beriya bîstekê, daxuyaniyek fermî li ser malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê hat weşandin, têde jî biryara paşxistina civîna navborî hat dayîn.

Komela Islamî û Tevgera Goranê ragihandibûn ku, ew dê beşdarî civîna aliyên siyasî ya ligel Barzanî nebin.

Li gor ku di daxuyaniya fermî de hatiye, paşxistina civînê li ser daxwaza Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû, ji bo ku derfet bê dayîn da hemû aliyên siyasî beşdar bin.

Roja 26ê Çileya borî jî, civînek bi heman awayî birêve çûbû, di wê civînê de jî, Komela Isalmî û Tevgera Goranê amade nebibûn.

Di encama wê civînî de, komîtyek ji bo asayîkirina rewşa Herêma Kurdistanê hat avakirin. Komîteyê jî serdana Goranê û Komel û piştire aliyên din kiribû.

Tê çaverêkirin ku di civîna sibe de, ew komîte encamên civînên xwe eşkere bike.