Kiliçdaroglu Master Plan Nirxand: Roj baş Davutoglu

Davutoglu duh xalên master planê eşkerekirin.

K24- Stenbol

Hefteya borî programa nû ya hikûmeta Tirkiye dihat nîqaşkirin. Serokwezîrê Tirkiye Ahmed Davutoglu duh li Mêrdînê naveroka programa nû eşkere kir. Program bi navê plana master hat ragihandin. Ev plan piştî şerê li Bakurê Kurdistanê hat amadekirin  û naveroka planê di deh xalan de diyar bû. Opozîsyona Tirkiyeyê jî vê planê, erenî nabînin.

Li Bakurê Kurdistanê ev demeke dirêj e ku şerê di nav kolanan de didome. Di heman demê hikumeta Tirkiyeyê jî programeke nû amade kir. Li gorî partiyên opozîsyon CHP,HDP û yên din jî ev plan çaresiyekê nayîne.

Beriya ku plana nû were ragihandin, hin mijar dihatin nîqaşkirin. Serokwezîrê Tirkiye Ahmed Davutoglu duh li Mêrdînê naveroka plana nû eşkere kir. Li gorî ragihandinê, deh xalên mijarê di heman demê de bingeha planê jî dide xuya kirin. Armanca vê planê, têkoşîna li dijî teror û rehebilîte kirina gel hat ravekirin.

Di plana master de, mijarên wekî derûnî û avakirina ewlehiya civakî û  pêvajoyeke demokratîk a nûsazî, rêzên yekemîn digrin.  Ji bilî van mijaran, alîkariya aborî ya ji bo welatî û esnafan hat nîqaşkirin. Deynên esnaf, cotkar û bazirganan wê bên taloq kirin.Her wiha dê alikariya kredî jî bên dayîn.

Di planê de, mijara ji nûve avakirina cih û bajaran jî balê dikşîne. Wê pergala ragihedinekî xurt were çêkirin. Rayên rêveberiyên herêmî dê zêdetir bibe. Projeya biratî û yekitiya netewî her wiha  berfirehtir tevger û lebatên aştîxwaz wê bidin dest pê kirin.

Seroka Partiya CHPê Kemal Kılıçdaroglu di twitter a xwe de derheqê plana mastir de nêrînên xwe wiha nivîsî “Me berê ji hikûmetê re gotibû ku muxattab gel e. Piştî ev qas bûyerên dilsoj Davutoglu rabûye dibêje muxatab gel e. Roj baş Davutoglu.”

Hevserokê Partiya HDPê Selahattin Demirtaş jî destnîşan kir ku “Wisa xuyaye Gelê Kurd wekî nexweşan tê dîtin û gel were rehabilîte kirin. Divê hewceye ku nêrinên wan were rehebilîte kirin. “ 

Alikarî Serokê Giştî  yê MHPê Şefket Çetîn jî derheqê vê planê de nêrînên xwe wiha anî ziman : “Ev plan ji bo têkoşîna li dijî terorê nehatiye amadekirin.Ji bo armanca piştgiriya terorê hatiye amadekirin.”