Bi hezaran penaber bi ser sînorê Tirkiyê asê mane

Piştî operasyona leşkerî yên rêjîma Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê li bakurê Helebê û birîna riyên sereke yên veguhestinê, bi deh hezaran sivîlên wan deveran li ber dergeha sînorî Tirkiyê asê û dergeha Bab el-Selamê asê mane û hîn ji wan re derî nehatiye vekirin.
kurdistan24.net

K24 – Efrîn

Serokê Komeleya Bexşîn û Bereketê ya hawarçûnê li Efrînê Mistefa Osman ji K24ê re ragehand ku, ev 4 roj in hejmarek mezin ji xelkê gundên bakurê Helehê ji ber êrîşên rêjîm û bombebarankirina firokeyên Rûsyayê, bi ser herêma Efrîn û sînorê Tirkiyê reviyane û karesateke mirovî çê bûye.

Osman diyar kir ku, di 4 rojan bêhtirî hezar malbat derbasî Efrînê bûye, hin penaber li Kampa Robar bicih kirin û yên din li mizgeft û dibistanan belav bûn. Li gor derfetên heyî jî alîkarî pêşkêşî penaberan kirin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) duh ligel çekdarên opozîsyona Sûriyê rêkeftin, ku rêyeke mirovî ji  xelkê li ser sînorê Tirkiyê û dergehê sînorî Bab el-Selamê ya li bajarê Ezazê asê mane, were vekirin.

Osman xuya kir ku, bêhtir ji 50 hezar kes li ber dergêhê sînorî Bab el-Selamê ya li Ezazê kom bûne, di nava wan de zarok, kalemêr û nexweş hene, pêwîstiya wan jî bi alîkariyên bilez çareserkirina tenduristî hene.