Hewlêr: Alîgirên PKKê bo Ocalan û Bakur xwepêşandan kirin

Xwepêşander li pêş deriyê baregeha Neteweyên Yekbûyî kom bûne.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Alîgirên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li paytexta Herêma Kurdistanê xwepêşandanek saz kirin.

Xwepêşandan li pêş baregera serekî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, xwepêşander bi bilindkirina ala û wêneyên rêberê PKKê, Abdulla Ocalan gihane hev.

Piraniya xwepêşanderan ji kampa Mexmûrê hatine, bi sloganên piştgiriya PKKê û Ocalan bang dikin, şandeyek bi navê xwepêşanderan jî derbasî baregeha NY bûye.

Xwepêşanderan ji K24 re diyar kirin ku, wan ev çalakî ji bo rawestandina şer û aloziya li Bakurê Kurdistanê saz kiriye.

Herwiha xwepêşanderekî din got ku, ew dixwazin xweseriya demokratîk li Bakurê Kurdistanê were ragihandin.

Xwepêşanderekî din jî tekez kir ku, ew naxwazin ziyan bigihe Herêma Kurdistanê, herwiha daxwaza serbestberdana Ocalan kir.