Erdogan bo Amerîka: Em hevpeymanê we ne yan Kurd!

Serdna şandeya biyanî ya bo Kobanê, Serokomarê Tirkiyê hêris kir.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê, nîgeraniya xwe ji alîkariya Amerîkayê bo şervanên Rojavayê Kurdistanê, anî ziman.

Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongreyê ya Lutfî Kirdar di rûniştina girtinê ya "Foruma Tûrîzma Dinyayê" de gotarek pêşekş kir û têde bi zimanekî tuj rexne li serdana şandeya Amerîkê, Brîtanî û Fransî ya bo Rojavayê Kurdistanê girt.

Di dawiya meha borî de, şandeyek Amerîkî, Brîtanî û Fransî bo heyama du rojan derbasî Rojavayê Kurdistanê bibû.

Şande bi serokatiya, nûnerê taybet ê serokê Amerîk, Brett H. McGurk bû, ligel Hevrêziya Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê û Endamê Konseya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hevdîtin pêk anî.

Erdogan derbarê wê serdanê de got: “Di deme Cenêvê de kesek dirabe û diçe Kobanê ma em ê çawa bawer bikin? Ma em in hevpeymanê te (Amerîka) yan ew in.”

Di wê serdanê de, fermandeyekî YPGê palketek ku logoya wan li ser bû radestî Brett H. McGurk kiribû, Erdogan jî derbarê wî wêneyî de hêris bibû û gotiye: “Qaşo plaketekê werdigire.”

Erdogan daxwaz ji Amerîk û welatên rojavayî kir ku, êdî çekdan nedin YPGê û alîkariya wan nekin, ji ber ku di nêrîna Tirkiyê de, YPGê beşek ji PKKê ye û herduyan bi “terorîst” binav dike.