Encamnameya konferansa çareseriyê hat eşkerekirin

Di konferansê de bang li dewlet û hikûmeta Tirkiyê hat kirin ku şer û operasyonên li Bakurê Kurdistanê rawestînin.

K24 – Diyarbekir

Encamnameya Konferansa  6 partiyên Kurdistanî ya bi navê “Bidawîanîna Şerê li Kurdistanê û Perspektîfa Çareserîya Siyasî” piştî gotûbêjên 2 rojan hat eşkerekirin. Di konferansê de bang li dewlet û hikûmeta Tirkiyê hat kirin ku şer û operasyonên li Bakurê Kurdistanê rawestînin. Di encamnayê de wiha hat gotin:

  • Konferansa me bang li dewlet û hikûmetê dike, divê ku dest ji şer û operasyonên  li gund û bajaran  û yên li  “derveyî sînoran” 
  • Divê hikûmet heyeteke hevpar ku ji hemû beşên siyasî û civakî yên Kurdistanê pêk tê, wek muxeteb qebûl bike û di bin çavdêrîya garantorên navnetewî de dest bi pêvajoyeke nû bike.
  • Ji bo pêkanîna maf û azadîyên demokratîk ên neteweyî yên gelê me, divê gavên bilez biavêje.
  • Şerê çekdarî yê PKKê  û şerê ku di nav bajaran de berdewam e, îro fêdeyê nade gelê Kurd û doza me.
  • Divê PKK dawî li van xendek û berbestan  bîne; divê  dawî li vî şerê çekdarî yê li çîya û bajaran bîne.
  • Konferansa me; li Gimgim (Warto), Farqîn (Sîlwan), Cizîr, Navçeya Sûra Diyarbekirê, Nisêbîn, Îdil û Şirnexê jibo maddî û manewî zerarên gelê me yê ji ber şer û pevçûnan cîh û warên  xwe bi cîh hiştine, zerarek mezin dîtine, hatine kuştin, birîndar bûne, werin tezmînkirin û tedbîr bêne sitandin, bangî dewletê dike ku gavên bilez biavêje.
  • Konferansa me; di vê pêvajoya dîrokî ya ku fersenda serxwebûnê hatîye ber derî de, bangî hemû aktorên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dike ku bi yekdengî, hêza xwe bikin yek. Herweha divê tevger û partîyên siyasî yên  Rojavayê Kurdistanê jî ji bo tifaqeke neteweyî ya mayinde gavan bavêjin û rêveberîyeke hevpar a leşkerî, aborî û siyasî pêk bînin.
  • Konferansa me bang li Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Konferansa Îslamî, Parlamentoya Ewropa, Yekîtîya Ewropa, Konseya Ewropa, Rêxistina Ewlehî û Hevkarîyê ya Ewropayê û gelên cîhanê dike daku piştgirîya têkoşîna gelê Kurdistanê ya ji bo edalet, azadî û wekhevîyê bike.
  • Konferansa me dide diyar kirin, di xebata qanûna bingehîn de-ku dîsa ketiye rojevê- divê wek alîyekî, dîtin û pêşniyarên hemû hêzên Kurdistanî jî werin girtin. Di qanûna bingehîn a nû de, divê nasnameya kurdî were naskirin, divê daxwazên neteweyî yên Kurdan û statuya Kurdistanê tê de cih bigre.
  • Divê Kurdî di perwerdeyê de û di hemû dezgehên resmî de were bikaranîn û bibe zimanê resmî. Perwerdeya bi zimanê dayikê, azadiya ramanê û rêxistinîyê divê bi awayekî zelal di qanûna bingehîn de were parastin.
  • Konferansa me dide diyarkirin ku divê hemû etnîsîte, ayîn û bawerîyên cuda yên li Kurdistanê dijîn bikaribin bi awayekî azad xwe îfade bikin û mafê wan bi qanûna bingehîn were misogerkirin û parastin.
  • Konferansa me bangî gelê Tirk dike ku li hember siyaseta şer bêdeng nemîne, helwestê werbigire. Em nirxeke mezin didin kesên ku li dijî şer in û piştgiriya gelê me dikin.
  • Konferansa me ji bo van raman û daxwazên ku di daxuyanîya encama konferansê de hatine diyarkirin pêk bên, erk dide hemû partî û tevgerên siyasî yên amadekarên konferansê, daku bala raya giştî bikşînin û ligel dam û dezgehên peywendîdar têkilîyan deynin.