Hêzên YPGê navçeya Tel Encerê kontrol kirin

Di dema dawî yê de, artêşa Sûriyê di şerê li gel opozîsyonê de û bi alîkariya Rûsyayê li ser erdê pêşveçûn kirine, kontirolkirina Tel Encerê jî di dema paşvekişandina hêzên opozîsyonê ve tê kirin. Herwiha ev yekmîn care ji sala 2013 ve rejîma Sûriyê nêzîkî sînorên Tirkiyê dibe.

K24-Navenda Nûçeyan

Yekîneyên Parastina Gel(YPG) piştî şerûpevçûnekê navçeya Tel Encerê ku dikeve bakurê bajarê Helebê kontirol kirin.

Derbarê kontirolkirina dervera Tel Encarê ji aliyê Yekêneyên Parastina Gel(YPG) Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan daxuyaniyek belav kir, têde wiha hatibû gotin: Şevê din û di encama şer û pevçûnekê li gel ketîbeyên Islamî YPGê karîn navçeya Tel Encer ser bi parêzgeha Helebê ve kontirol bikin.