Kurdek behsa zindanên DAIŞê dike

Di 24ê tebaxa 2015an de, çekdarên DAIŞê derbasî gundê Qulanê li başrê bajarê Kobanê bûn, êrîşî malan kirin, welatiyên gund hemû girtin, piştî demekê jin û zarok berdan û zilam ber bi ciheke ne diyar ve birin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Mamê Şerîf Mislim welatiyeke  kurd e, ji gundê Qulanê, beriya çend mehan jı aliyê çekdarên DAIŞê ve li gel malbata xwe hatibû revandin, mamê Şerîf karî li gel cîranên xwe ji nav destê DAIŞê rizgarbibin û bigihin bajarê Kobanê, niha di kampa Miştenûrê de dimîne.

Mamê Şerîf behsa rewşa zindanên DAIŞê ji K24ê re kir û wiha got: "DAIŞî hinek kes digrtin, li wan dixstin dengê qîrînên wan digha hemû zindanê, ew kes ji hişê xwe diket piştî av bi serde dikin daku hişê vegere careke din lêdixstin, ev yeke 26 rojan berdewam kir."  

Mamê Şerîf piştî 5 mehan di odeyên tarî de careke din tîrêjên rojê dibîne. Îşkence, lêdan û kuştina hevalên wî yên di zindanên DAIŞê de, ji ber çavên wî naçin,  mam Şerîf li gel li gel 16e kesên din ji malbat û cîranên xwe ji zindanên rêxistina DAIŞî  reviya  û li kobanê vegeriya.

li gorî çîroka malbatê ew bi saya firokeyên Rûsyayê rizgarbûn, dibêjin ku ew ji nû ji daykbûne,  jiyaneke nû bi dest xestine.

Yek ji kesên rizgarbûyî ji K24ê wiha axifî: "Me çar hezar da qaçaxçiyan heta em gihandin cihên aram.Me bi şev gund drbas dikirin, rê zehmetbû, asê bû, lê dema şervanên YPGê dîtin dilê me fireh bû."

Di 24ê tebaxa 2015an de, çekdarên DAIŞê derbasî gundê Qulanê li başrê bajarê Kobanê bûn, êrîşî malan kirin, welatiyên gund hemû girtin, piştî demekê jin û zarok berdan û zilam ber bi ciheke ne diyar ve birin.