Carek din 33 penaber di deryayê de xeniqîn

Heta niha 7 penaber hatine rizgarkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li deryaya Egeyê mirina penaberan hêj berdewam e. 2 belemên ku hejmarek penaber tê de hebûn binav bûn. Di bûyerê de 33 penaber xeniqîn. 

Pebanerên ku li navçeya Dîkîliyê ya bajarê Îzmîrê di ser deryaya Egeyê re bi belemekê derbasî aliyê Ewropayê dibûn. Lê belê belem binav bû û 11 penaber canê xwe ji dest da. Heta niha 3 kes jî hatin rizgarkirin. 

Li Edremîta Balikesîrê jî komeke penaber ku ber bi girava Mîdîlliyê diçûn ketin avê û 22 kes mirin. 4 kes jî hatin rizgarkirin. 

Pêr, Şemiyê, jî li Îzmîrê polîsan operasyon bir ser 3 navendan ku ji bo penaberan belemen (botên) lastîkî lê tê çêkirin. Di kargehan de 49 belemên lastikî hatin desteserkirin ku bê lisans bûn û li gorî satandardan nehatine çekirin.