Rojnamevan "Master Plana" Davutoglu rexne dikin

Plana Masterê ku ji aliyê Serokwezîrê Tirkiye Ahmet Davutoglu ve li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê hat eşkerekirin, di rojeva Tirkiyê de cihekî girîng girt.

K24 - Enqere

Hikûmeta Tirkiyê, ji dêlva prosesa aştiyê, pêngava proseseke nû, bi navê Plana Masteê, avêt. Plan ji 10 xalan pêk tê û bi sernavên wek duristkirina derûniyê û aborî; gavên demokratîkbûnê û nûzasî û xurtkirina têkoşîna li dijî terorê, hat eşkerekirin. Plan bi 2 nerînên cûda, di çapemeniya Tirkiyê de, hat ravekirin.

Plana Masterê ku ji aliyê Serokwezîrê Tirkiye Ahmet Davutoglu ve li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê hat eşkerekirin, di rojeva Tirkiyê de cihekî girîng girt. Çapemeniya nêzîkê Hikûmetê Plana nû wekî serbilindiyekê ragihand.

Rojnameyên wek Yenîşafak, Sabah, Star û Milat bi sernavên xwe yên wek “Seferberiya Biratiyê”, “Plana Biratiyê” û “Seferberiya Civakî” pesnê master plana hikûmetê dan û her yek ji wan naveroka nûçeyên plana masterê wek “destpêka biratiyeke nû” , “Bidawîkirina terorê”, “Xwedîderketina dewletê” û “ Hemû birîn dê werin dermankirin” darijandin.

Herwiha rojnameger Ali Bayramoglu di qunçiknivîsa xwe ya di rojnameya Yenîşafakê de hêmana herî girîng a 10 xalan wekî gûherîna wateya siyaseta dewletê ya li hemberî politikaya Kurdan nirxand. Beravajî çapemeniya nêzîkê hikûmetê nivîskarên navdar ên wek Cengiz Çandar û Hasan Cemal jî plana masterê wekî “pêkenok” û” xapînoka” dewletê nirxandin.

Cengiz Çandar di qunciknivîsa xwe ya di Radikalê de wiha nivîsiye; “Daxuyaniya Serokwezîr a li Mêrdînê wekî henekan e! Ev plan ji rastiyan dûr e û ne mimkûne ku pêk were. Ev plan gotina Einstein ya wekî “Kesên ehmeq her carê heman çewtiyê dikin lê li benda encameke dîtir in.” tîne bîra mirov.”

Nivîskar û rojnameger Hasan Cemal, hikûmet bi dubarekirina pakêtên berê sûcdar kir ku tu encam ji wan derneketibûn û plana hikûmetê wiha nirxand; “Bi vî mejiyî ne çareserî pêk tê, ne şer û pevçûn diqede û ne jî ew hêviya AKPê ya komkirina dengan pêk tê... Gelo ev mejî dê bê guhertin ? Ev hişmendiya Enqerê dê were guhertin ? Ez qet bawer nakim… Xuya ye ev ax ji êş û eleman têr nebûye… Xwedê aqil bide wan!“

Beriya Davutoglu Plana Masterê aşkere bike, di raya giştî de, bendewariyeke zêde hebû û çav li ragihandina proseseke nû bû ku operasyonan bide rawestandin û gotûbêjkirinên aştiyê bide destpêkirin. Lê diplanê de, nîşaneya xurtkirina operasyonan cih girt û hat destnîşankirin ku êdî proseseke ku PKK, Ocalan û HDP tê de hebin, ne mimkûn e… Bi vê yekê hêviyên sazkirina aştiye pûç derketin…