Di aloziyên li Diyarbekirê de zarokekî 16 salî hat kuştin

Di aloziyên protestokirina bûyerên li Cizîr û Sûrê de îro li Diyarbekirê zarokekî 16 salî hat kuştin. Aloziyên di navbera polîs û xwepêşandaran de belavî bajêr bûn û hê jî berdewam dikin.

K24 - Diyarbekir

Di aloziyên protestokirina bûyerên li Cizîr û Sûrê de îro li Diyarbekirê zarokekî 16 salî hat kuştin. Aloziyên di navbera polîs û xwepêşandaran de belavî bajêr bûn û hê jî berdewam dikin. Ji hêla din ve deriyên dikan û kargehan jî girtî ne.

Bombeyên gaza rondikrêj.. Ava bihêz û dermankirî.. Lewheyên di rêyan de.. û kevirên xwepêşanderan.. Navnîşana van bûyerên navenda bajarê Diyarbekirê ye. Di encama van bûyeran de zarokekî 16 salî bi navê Mahmut Bulak, bi guleyê hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li ser banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêman ya Demokratîk (DBP), Kongreya Jinên Azad (KJA) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hejmareke xelk îro li Parka Koşuyulu ya Diyarbekirê kombûn û xwestin ku bimeşin Sûrê. Hinek welatiyan li dijî operasyon û qedexeyên derketina derve nerazîbûna xwe anîn ziman.

Welatiyekê derdê dilê xwe wiha anî ziman: “Ciwanên me hemû kuştin, qedandin. Ez jî dayika şehîdî me, min sebiyê xwe mezin kir, xwedî kir û min negot bila here çol û çiyan bimire. Lê ez bi çûna wî serbilind im, ez nabêm çima lawê min çû şehîd bûye; lê em dibên êdî bes e!”

Welatiyek jî wiha dibêje: “Ji Bakur bigre heta Rojava, ji Rojava bigre heta Başûr ev ezmûneke, 40 sal in ku Kurd di vê ezmûnê de ne. Ev ezmûna dawî ye; yan azadiya wan yan jî tûnebûna wan e.”

Her wiha polîsan destûra meşa girseyê nedan û mûdaxale kirin. Xelkê ku ji gaza rondikrêj û ava bihêz bandor dîtîn belav bûn. Ji hêla din ve esnaf û bazkirganên bajêr ji ber ku piştgiriyê bidin çalakiyên protestokirina şer û pevçûnan deriyên dikanên xwe venekirin û otobusên şaredariyê jî nexebitîn. Li ser banga HDP û DBPê her şev li saet 7’ê li temamê bajêr çalakiya dengderxistinê tê kirin.