Li Diyarbekirê polîsan mudaxaleyî girseya HDP û DBPê kir

Parlamenterên HDPê yên Diyarbekir, Hevserokên Bajêr yên DBP û HDPê bi hejmareke xelk re îro saet 1’ê Diyarbekirê, li Parqa Koşuyuluyê kombûn û bi çepik û dirûşman bûyerên li Bakurê Kurdistanê protesto kirin.

K24 - Diyarbekir

Ji ber protestokirina bûyerên li navçeyên Sûr û Cizîrê li ser banga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) hejmarek xelk li Parqa Koşuyulu ya Diyarbekirê kombûn û xwestin ku bimeşin Sûrê. Lê belê polîsan ragihandin ku civîn û meşa wan neqanûnî ye, û bi ava bihêz û gaza rondikrêj mudaxaleyî girseyê kirin.

Parlamenterên HDPê yên Diyarbekir, Hevserokên Bajêr yên DBP û HDPê bi hejmareke xelk re îro saet 1’ê Diyarbekirê, li Parqa Koşuyuluyê kombûn û bi çepik û dirûşman bûyerên li Bakurê Kurdistanê protesto kirin.

Polîsên Ewlekariya bajêr ligel rayedarên HDP û DBPê axivîn û bo wan gotin ku, parêzgeriyê meş û çalakiyên bi vî rengî qedexe kirine û xwestin xelk belav bibe. Rayedarên partiyên navborî jî bo polîsan gotin ku ew dixwazin mafê xwe yê demokratîk bikarbînin û bimeşin.

Hejmareke zêde ya tirimbêlên zirpoş li derdora girseyê bûn û dema ku girseyê dest bi meşê kir, polîsan jî bi ava bihêz, gaza rondikrêj mûdaxaleyî xwepêşandaran kirin. Heta niha jî li hinek kolanên bajêr aloziyên di navbera polîs û xwepêşandaran de didomin. HDP û DBP dibêjin dê çalakiyên li dijî operasyonên dewletê berdewam bikin.