Kerry: Rûsya çareserkirina kîrza Sûriyê asteng dike
K24- Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand ku, Rûsya bi operasyonên xwe yên li Sûriyê, danûstandinên çareseriyê “asteng” dike.
John Kerry di daxuyaniyekê de ragihand ku “Çalakiyên Rûsyayê li Heleb û navçeyê, zehmetiya rûniştina li ser maseya gotûbêjan û destpêkirina danûstadinan zêdetir dike.”
Roja 29ê Kanûnê, danûstandinên Cenêv-3 ji bo çareserkirina krîza ku ev 5 salin li Sûriyê heye, dest pê kiribû.
Lê bêyî ku rejîm û opozîsona Sûriyê bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî (NY) bigihin ti encamekê, danûstandin bo 25ê vê mehê hatin paşxistin.
Opozîsyona Sûriyê berî ku here Cenêvê (rawestandina operasyonên esmanî, serbestberdana girtiyan û rakirina dorpêça li ser navçeyan) wek merc danîbû, lê ew daxwazên wê pêk nehatin, lewma ji danûstandinan vekişiya.