Di aloziyên li Diyarbekirê de zarokek mir û yek jî birîndar bû

Di aloziyên li Diyarbekirê de duh zarokekî 16 salî bi guleyan hatibû kuştin. Şevê din jî saet li derdora 7ê li ser rêya Elezîz û Erganiyê zarokek bi guleya kesên nenas ji lingê xwe birîndar bû.

K24 - Diyarbekir

Di aloziyên li Diyarbekirê de duh zarokekî 16 salî bi guleyan hatibû kuştin. Şevê din jî saet li derdora 7ê li ser rêya Elezîz û Erganiyê zarokek bi guleya kesên nenas ji lingê xwe birîndar bû.

Ji ber protestokirina bûyerên li navçeyên Sûr û Cizîrê xwepêşandan û çalakî berdewam in. Duh piştî çalakiya ku li ser banga HDP û DBPê hatibû kirin, bûyer derketibûn û belavî bajêr bibûn.

Di bûyeran da zarokekî 16 salî bi navê Mehmud Bulak canê xwe ji dest dabû. Şevê din jî zarokek bi guleyên kesê nenas ji lingê xwe birîndar bû û bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî daxuyaniyên şahidên bûyerê, êrişkar polîsên sivîl bûn û gule bi ser 2 ciwanên ku dixwestin li ser rê çalakiyekê bikin de reşandin. Zarokê birîndar niha li nexweşxaneyê tê derman kirin.

Ji hêla din ve ev 70 roj in ku li navçeya Sûra Diyarbekirê qedexe û pevçûn didomin û wek duh îro jî li Diyarbekirê deriyên dikanan girtî ne.