Barzanî dê beşdarî “Konferansa Munchen”ê bike
K24- Navneda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ji bo 52emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê hatiye vexwendin.
Li gor ajansa BasNewsê, dê Barzanî bi serokatiya şandeyeke payebilind beşdarî 52emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê(München - 52. Sicherheitskonferenz) bibe. Lê heta niha ti daxuyaniyeke fermî derbarê mijarê de nehatiye belavkirin.
Konferansa Munchenê wê roja 12ê vê mehê dest pê bike û roja 14ê mehê bidawî bibe. Herwiha dê çendîn rayedar û serokên welatan têde beşdar bin, tevî wezîrên derve û yên berevaniyê.
Piştî şerê DAIŞê û rola Hêzên Pêşmerge di jinavbirina wê rêxistina radîkal de û serkeftinên ku bidest xistine, Herêma Kurdistanê di Konferansa Munchenê de bû xwedan cih û pêgehek taybet.
Di konferansa sala borî de jî, Barzanî ligel şandeyeke payebilind beşdar bibû.
Ji Buhara sala 1963an ve li München a Almanyayê Konferansa Ewlehiyê tê li darxistin. Di konferansê de, li ser rewşa ewlehiya cîhanê gotûbêj tên kirin.