Barzanî û Kerry li Munchenê dicivin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Munchenê ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry û Nûnerê Obama di Hevpeymaniya Dijî DAIŞê de Breet Mc Gurk dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Munchenê ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry û Nûnerê Obama di Hevpeymaniya Dijî DAIŞê de Breet Mc Gurk dicive.

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Breet Mc Gurk, ragihand ku di çarçoveya Kongreya Munchenê de ligel Wezîrê Derve yê welatê xwe John Kerry bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re dicivin.

Mc Gurk, ev zanyariyên han li ser hesabê xwe yê taybet ê Twitterê belav kirine. Mc Gurk, li ser hesabê xwe bale dikşîne ser civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî.

Biryar e îro Kongreya Asayîşa Navdewletî li Munchena Elmanyayê dest bi karên xwe bike. Serok û serkirdeyên dehan welatên cîhanê dê li ser maseyekê bicivin bi armanca gotûbêjkirina rewşa asayiş û aramiya cîhanê. Meseleyên Rojhilata Navîn, şerê li Sûriye û Lîbya û şerê dijî DAIŞê girîngtirîn mijarên kongreyê ne.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî doh bi armanca beşdarbûna Konferansa Munchenê bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ber bi Elmanya birê ket.