Ji dest pêka sala 2012an ve 38 hezar çekdar derbasî Sûriyê bûne

Clapper da zanîn ku ji 120 welatan çekdar tevlî DAIŞê bûne û niha li Sûriyê şer dikin.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Berpirê  CIN yê Amerîkayê ragehand ku, ji dest pêka sala 2012an de, 38 hezar çekdarên biyanî derbasî Sûriyê bûne, di nav wan de 6 hezar û 900 çekdar ji welatên Rojava ne.

Derbarê rêjeya çekdarên ku derbasî Sûriyê bûne berpirsê CIN James Clapper di daxuyaniyekê de li kongreya Munichê tekez kir ku, ji dest pêka sala 2012an de, 38 hezar çekdarên biyanî tevlî DAIŞê bûne û li Sûriyê şer dikin, ji wan 6 hezar û 900 çekdar ji welatên Rojava.

Clapper da zanîn ku ji 120 welatan çekdar tevlî DAIŞê bûne û niha li Sûriyê şer dikin.

Ji aliyeke din ve wî berpirsê Amerîkayê aşkere kir ku, DAIŞê çekên kîmyawî jî bikar aniye.Herwiha metirsiya xwe derbarê veguheztina wan çekên kîmyawî li derveyî Iraqê û sûriyê anî ziman.

Tê zanîn ku Amerîka li gel 60 welatên din bi armanca şerê li dijî DAIŞê hevpeymaniyeke navdewletî pêkanî.