Barzanî diyariyek pêşkeşî Nûnerê Obama kir

Civîna her du aliyan li Munchenê birêve çûye.

K24- Munchen

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesdû Barzanî diyariyek pêşkeşî Nûnrê Serokê Amerîkayê kir.

Civîna Barzanî ya ligel Nûnerê Serokê Amerîkayê, Brett H. McGurk îro li Munchenê birêve çûbû.

McGurk li ser rûpela xwe ya taybet a Twitterê wêneyek belav kiriye, di wêneyê de Barzanî diyariyekê pêşkeşî wî dike.

Wêne jî, yê Pêşmergeyekî ye ku di Tîrmeha borî de, li dema azadkirina navçeyekê, paçikê reş ê DAIŞê tîne xwar û alaya Kurdistanê li şûna wê bilind dike.