Kerry: Vê heftiyê agirbest li Sûriyê dest pê dike

Di kongreya Munichê de zêdetir ji 450 kesayetiyên siyasî beşdarin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di wê kongreyê de beşdare, biryare heta 14ê vê mehê berdewam be.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragehand ku, di hundirê vê heftiyê de agrbet li Sûriyê dê dest pê bike, tekez kir ku di demeke nêzîk de jî alîkariyên mirovî digehin navçeyên dorpêçkirî.

Derbarê kirîza Sûriyê û çareserkirina wê Wezîrê Derve yê Amerîkayê, John Kerry di gotare xwe ya ku li kongreya Munichê pêşkêşkirî, tê de wiha got: "Pêwîste hemû pêkhate û aliyên siyasî li Sûriyê beşdariyê di proseya aştiyê de bikin, herwiha di demekî nêzîk de, alîkariyên mirovî jî bighin navçeyên dorpêçkirî ji aliyê rejîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî ve."

Kerry da zanîn ku di hundirê vê heftiyê de û piştî bi dawîbûna tedabîran dê agrbest li sûriuyê dest pê bike. tekez kir ku ew dê li ser piştgiriya gelê Sûriyê berdewam bin. Kerry amaje bi wê yekê jî kir ku, ew berê xwe nadin çareserkirina leşkerî di wî welatî de.

Di kongreya Munichê de zêdetir ji 450 kesayetiyên siyasî beşdarin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di wê kongreyê de beşdare, biryare heta 14ê vê mehê berdewam be.