YEyê dê ofîsekê li Şamê veke

Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê tekez kir ku, wan 2,4 milyar dolar bi alîkarîkirina Sûriyê veqetandiye.

K24- Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewropayê (YE) bi niyaz e ofîsekê bo karûbarên mirovî li paytexta Sûriyê, Şam, veke.

Berpirsa Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE), Federica Mogherini di daxuyaniyekê de ji rojnameya “Corriere della Sera”ya îtalî re ragihand ku, ji bo em alîkariya mirovî bighînin Sûriyeyê, plana vekirina ofîsekê li Şamê dikin.

Mogherini diyar kir jî ku, YEyê ji budçeya hevpar ji bo alîkariya mirovî ya Sûriyeyê “2,4 milyar dolar” veqetandiye.

Herwiha Mogherini di berdewamiya axaftina xwe de behsa hevdîtinên Cenevreyê kir û got: ‘Li gorî texmîna min, gihandina alîkariya însanî ji biryar agirbestê hêsantir e. Lê ez her tiştî jî bi rengê dilxirab nabînim.”