Sala borî 60 kasibkarên Rojhilatê Kurdistanê bûne qurbanî

Li gor amarên rêxistineke mafên mirovan, sala borî 60 kesibkar (barkêşên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê) bûne qurbanî.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8dcec32c-321c-4825-b8c6-b0a2f51f7684/Kolberani%20kurd.ism/manifest

K24- Navenda Nûçeyan

Li gor amarên rêxistineke mafên mirovan, sala borî 60 kesibkar (barkêşên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê) bûne qurbanî.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê di nûtirîn rapora xwe de diyar kiriye ku, di sala borî de, 44 kasibkarên Kurd bi guleyên zêrevanên sînor ên Îranê hatine kuştin.

Di raporê de hatiye ku “Ew 44 kasibkar bi guleyên rasterast hatine kuştin, 21 kesên din jî birîndar bûne.”

Kasibkaran yan barkêşên Rojhilatê Kurdistanê, ji ber peydakirina pariyê jiyana xwe, karê veguhestina kelûpela di navbera sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de dikin.

Li gor Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo pirsên mafên mirovan li Îranê, Ehmed Şehîd, kuştina wan kasibkarên Kurd li derveyî yasayê ye.