Li Nisêbînê zarokek hat kuştin û xelk bar dike

Piştî daxuyaniya Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, welatiyan hêvî ji rewşa asayî birîn.

K24- Nisêbîn

Li Nisêbîna Bakurê Kurdistanê zarokekî 12 salî bi guleya leşkeran canê xwe ji dest da. Welatî jî bajêr vaka dikin.

Li gor agahiyan, li taxa Dîcle ya Nisêbîna Mêrdînê zarokê bi navê Mugdat Ay (12 sal) bi guleya leşkeran canê xwe ji dest da. Herwiha zarokê binavê Azad Denger (16 sal) jî birîndar bûye.

Di dema gulebaran leşkeran de, Azad û Mugdat li cadeyê li nav hevalên xwe dilîstin.

Li aliyê din jî, welatiyên Nisêbînê ji tirsa ku qedexe û şer demek dirêj bikşînin, ji malên xwe direvin û bar dikin.

Beriya çend rojan, Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de gotibû: “Li Cizîrê hêdî hêdî em ber bi dawiyê ve diçin, lê Sûr wê hinekî din jî bidome. Ji xeyrî Hezexê li Nisêbîn û çend cihê din ev barîqat û xendek filan hene û ev ê hemû werin rakirin.”

Vê yekê jî tirsa li cem welatiyan zêde kir û bû sedema ku xelik êdî bi awayekî berçav ji bajêr derkevin.

Heta niha 6 caran qedexeya derketina derve li navçeya Nisêbînê hatiye sepandin.