Tirkiyê "12 otomobîlên leşkerî û 450 çekdar" şandine Sûriyê

ji encama topbaran artêşa Tirkiyê, hejmarek sivîl bûne qurbanî.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku, Tirkiyê 12 otomobîlên leşkerî derbasî wî welatî kirine. “450” çekdar jî ji Idlibê gihandine Helebê.

Ji duh ve topbaran artêşa Tirkiyê li ser gundên bakurê Heleb, derûdra Efrînê û firokexaneya Minigê ya leşkerî berdewam e.

Li gorî Rewanega Sûrî ya Mafên Mirovan, Tirkiyê 350 çekdar ligel çekên sivik û giran bi rêya deriyê “Etmê” yê leşkerî derbarî Helebê kirine. Bêyî ku diyar bike bê ew çekdar ser bi çi grûpekê ve ne.

Rewangehê eşkere kir jî ku, niha beşek ji wan çekdaran gehiştine gundê Til Rifeat û wiha berdewam kir: “Desthilatdarên Tirkiyê rê daye wan çekdaran ku ji parêzgeha Idlibê bi rêya axa Tirkiyê û di bin parastina artêşê de, derbasî bakurê Helebê bibin.”

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) firokexaneya Minigê ye leşkerî li bakurê Helebê û çend gundên din ji dest Eniya el-Nusrayê û Ehrar el-Şam derxistin, Tirkiyê dest bi van pêngavan kiriye.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku, Tirkiyê bi rêya deriyê Bab el-Selamê “12 otomobîlên Doşke helgir û 100 çekdar, ji artêşa Tirkiyê û çekdaran, şandine Ezazê.”

Ji encama topbarana artêşa Tirkiyê, çend kes birîndar bûne û herî kêm 2 kesan jî canê xwe ji dest daye.