Îsraîl: Dê li Sûriyê Kurdistan çê bibe

Îsraîl gûumana xwe derbarê serkeftina agirbestê li Sûriyê derbirî û parçekirina Sûriyê bi baştirîn çareserî dibîne.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/181c446c-7681-4305-89a2-166ad70b6a0d/agrbast%20suria-yalon.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan 

Îsraîl gûumana xwe derbarê serkeftina agirbestê li Sûriyê derbirî û parçekirina Sûriyê bi baştirîn çareserî dibîne.

Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê Mûşî Yalon, piştî hevdîtinên bi hevşanên xwe yên Ewropî re li Munchenê, peyamek arasteyî kongreya Munchenê kir û got: “Divê em zanibin ku li Sûriyê dê Elewîstan, Kurdistan û Dirizîstan çê bibin.”

Herwiha Yalon got jî: “Heta Îran li Sûriyê ye, Sûriyê wek berê venagere, dê nikaribe aramiyê jî pêk bîne.” 

Ji aliyekî din ve, Rêveberê Giştî di Wezareta Îstixbarata Îsraîlê Ram Barak ji radyoya Artêşa Îsraîlê re ragihand ku, çareseriya tek û baş ew e ku Sûriyê perçe bibe. 

Herwiha Barak got jî “Ez bawer nakim Elewiyên ku rêjeya wan ji sedî 12 ne, karibin Suniyan hikum bikin, piştî ku nîv milyon kes li Sûriyê hatin kuştin.”

Barak got jî: “Serkeftina rejîmê li Helebê, krîzê çareser nake, ji ber ku opozîsyon çekê xwe navêje.”

Îsraîl ji 5 salên krîza Sûriyê de, helwêsteke bêalî girtiye.