HDPê nameyek ji Neteweyên Yekbûyî re şand

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sarîyildiz, ji bo ku li Cizîrê lêkolîn bê kirin, ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Konseya Wezîran a Ewropa û Dadgeha Ceza ya Ewropayê re nameyek şand.

K24 – Diyarbekir

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sarîyildiz, ji bo ku li Cizîrê lêkolîn bê kirin, ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Konseya Wezîran a Ewropa û Dadgeha Ceza ya Ewropayê re nameyek şand.

Sarîyildiz di nameyê de bang li saziyên cîhanê kir, beriya ku delîlên tawanên hêzên çekdar ên Tirkiyê bên reşkirin, divê şandek dest bi vekolînan bike ji ber li Cizîrê mafên jiyanê, tendirustî, perwerde û geştûguzarê hatine binpêkirin.

Sarîyildiz dide zanîn ku gelek alavên giran ên leşkerî hatine bikaranîn û nîşaneyên bikaranîna çekên kîmyayî jî hene. Herwiha dibêje ku di qedexeya 64 rojan de 209 kesan canê xwe ji dest daye û ji wan nasnemya 80 kesan hatiye tesbîtkirin, lê ya 129 kesan hê nehatiye zelalkirin.

Sarîyildiz dide zanîn ku bi êrişa tank û topan, mal û kargehên xelkê zirarên mezin dîtine û binesaziya navçeyê hatiye xerakirin û zêdeyî 100 hezar kes ji Cizîrê koçber bûne.