HSD nasnameya sê şervanên xwe aşkere kir

Artêşa Tirkiyê berî du rojan dest bi operasyonên xwe li ser bajarokê Kurdan li bakurê Helebê kir, heta niha jî bi dehan welatî hatine kuştin û bi hezaran koçberî bajarê Efrînê bûne.

K24-Navenda Nûçeyan

Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) nasnameya sê şervanên xwe ku berî niha di tobarana Artêşa Tirkiyê li ser bajarokê Til Cemal de hatibûne kuştin aşkere kir.

Derbarê nasnameya wan şervanan de,  ofîsa ragehandina Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî belav kir, tê de nasnameya her sê şervanên xwe eşkere kir, yekem şervan  bi navê Mihmed Elî ye ji bajarê Efrînê ye û di 14ê vê mehê de hate kuştin, şervanê duyem jî bi navê Fayza Naso ji bajarê Efrînê ye û li 14ê vî mehê hate kuştin, şervanê siyemîn bi navê Kamoran Daglbildriş ji welatiyên bajarê Kobanê ye di heman rojê de hate kuştin.

Artêşa Tirkiyê berî du rojan dest bi operasyonên xwe li ser bajarokê Kurdan li bakurê Helebê kir, heta niha jî bi dehan welatî hatine kuştin û bi hezaran koçberî bajarê Efrînê bûne.