Rûsya: Tirkiye bi Esed û Kurdan nikare

Topbaran Tirkiyê ji navçeyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re berdwam e.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Komîteya Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê, Konstantîn Kosaçev got ku, Tirkiye bi êrîş û hewildanên xwe “bi Esed û Kurdan nikare.”

Konstantîn Kosaçev di daxuyaniyekê de ji ajansa Ria Novostiyê re got: “Tirkiye bi piştgiriya Erebîistana Siûdiyê dest bi êrîşan kir û gengeşiyê zêde dike. Lê bila Tirkiye vê bizanibe ku dewletên rojava garantiya piştgiriyê nedan.”

Kosaçev di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku “Tirkiye ji bo ku di armanca xwe ya ji kar dûrxistina Serokê Sûriyeyê Beşar Esad de bi ser neket di qoziyê de asê maye. Armanca Tirkiye ya serekê ji bo rêkeftina dewletên rojava ne pêşeng e û armanca duyem (Kurd) jî tucarî çênebû.”

Derbarê topbaran ku Tirkiyê li navçeyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de dike, Kosaçev wiha got: “Li herêma ku Tirkiye êrîşan pêk tîne kurd lîstikvanên herî bi hêz in. Eger çek werin dayîn, Kurd bêyî destêwerdana Rûsyayê dikarin planên Tirkiyeyê asteng bikin.”