CHP: Topbarankirina Tirkiyê ji Sûriyê re neyasayî ye

Koma CHPê daxwaza agahiyan ji hikûmetê dike.

K24- Enqere

Cîgirê Serokê Koma CHP ê Ozgur Ozel derbarê hewldanên hikûmetê yên bo destêwerdana axa Sûriyê nerazîbûn nîşan da û got ku, pêwîst e hikûmet wan agahdar bike. 

Ozgur Ozel, hikûmet bi derketina derveyî yasayan sûcdar kir û wiha got; Em ji tezkereyeke nû ditirsin gerek hikumet derbarê politikayên xwe yên bo Sûriyê de parlementoyê agahdar bikê.”

Herwiha Ozel diyar kir ku “eger hikûmet ji destura xwe ya ku di tezkereyê de hatiye destnîşan kirin, derbas bibe dê xwe hem li Tirkiyê, hem jî li qada navneteweyî di zorê de bihêle. Bi rastî em merak dikin gelo li wir çi diqewime û Tirkiyê li wir çi dike?”

Cîgirê Serokê Koma CHPê li Parlamentoya Tirkiyê anî ziman jî ku “Niha ji aliye hikûmetê ve agahdariyeke bi eşkera, durist ne hatiye dayîn, agahdariya li ser Twitterê durist nabe, em sibê li parlamentoyê daxwaza agahdarkirinê dikin.”