"Bi komployê xwestin rê li azadiya Kurdan bigirin"

Berdevka Kongreya Jinên Azad Ayla Akat Ata got; “Em dizanin ev komplo ne komployeke ji rêzê bû, Hêzên ev komlo kirin xwestin rê li azadiya Kurdan bigrin.”

 

K24 - Diyarbekir

Bi armanca şermezarkirina girtina Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan, li Diyarbekirê jî xwepêşandan hebû. Siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Nûner û Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û kêmzêde 2 hezar kes daxuyanî dan û xwestin Ocalan were berdan.

Piştî daxuyaniyê xelk ber bi navçeya Baglarê meşiyan, lê belê polîsên Tirk êrişî wan kir. Ji ber bûyer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê li gorî salên borî hejmara xwepêşanderan îsal kêmtir bû. Siyasetmedar û xelk derbarê  salvegera 15ê Sibatê de ji Kurdistan24ê re wiha axivîn;

Hevserokê DBPa Diyarbekirê Elî Şîmşek: “Di dema vê komployê de tiştê ku ji aliyê hêzên navdewletî de ve dihat hêvîkirin bi berxwedana birêz Ocalan û bi berxwedana gelê Kurd bi temamî hat pûçkirin.” Welatî: “Heta ku rêberê me azad nebe, em jî ne azad in, em azadiya rêberê xwe dixwazin.”

Di çalakiyê de Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata got; “Em dizanin ku ev komplo ne komployeke ji rêzê bû, ew komplo dûmahiya serhildana Şêx Seîd, Seyîd Riza û bûyerên Mereş û Sêwasê ye. Hêzên ku ev komlo kirine xwestin rê li azadiya Kurdan bigrin.”

Piştî daxûyaniyê, bi hezaran kes bi dirûşmên "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Serok Apo" dest bi meşê kirin, lê belê polîsên Tirk êrîşî xwepêşanderan kirin. Li hemberî êrîşa bi ava bihêz û gaza rondikrêj, hinek ji xwepêşandaran jî bi kevir û fîşekên hewayî bersiva polîsan dan.