Seûdîye û Rûsîya li ser asta şandina petrolê rekkevtin.

Wezîrê Wizeya Qeterê ragehand ku li gel wezîrên petrola Seûdîye, Rûsîya û Vinzewîlayê rêkkevtîye asta hinartina Petrolê li gor asta meha bûrî bihêle, bi wê mercê ku berhemhênerên mezinên petrolê di vê pêkola wan de pişikdar bin. Di kongireyeka rojnamevanî de, piştî bi dawîhatina ew kombûna daxistî li gel wezîrên petrola Seûdîye, Rûsîya û Vinzewîlayê li Dohe, Mhemed Bin Salih Sade got: Ev pêngava hanê bazarê petrolê dê cihgîr bike.

K24- Hewlêr:

Ji alîyê xwe ve jî wezîrê derveyê Seûdîye, Elî Niêmî got: Vehêlana asta berhemhînana petrolê bi asta meha kanûna dûyema bûrî, bese bo wê yekê ku rewşa bazarê petrola xav baş bike.

Elî Niêmî herweha got: Em dibînin bi egera ew bihayê niha, dabînkirina petrolê bo bazaran dê kêm bibe.

Wezîrê petrola Seûdîye amaje bi wê yekê kir ku ev kar gelek giringe me nevê bihayê petrolê di hilkevt û dakevtên mezin de be. Me divê daxwazîyan dabîn bikîn û  bihayê petrolê jî cihgîr bibe.

Elîkzander Novak wezîrê Wizeya Rûsîyayê got: Welatê wî û Seûdîye, Qeter û Vinzewîlayê amadene asta berhemhînana petrolê li asta meha bûrî bihêlin eger welatên dinên berhemhênerên Petrolê pişikdar bin di vê pêngava wan de.

Di meha Huzeyrana 2014 bihayê yek bermîla petrolê 115 dolar bû, niha bo 30 dolaran dakevt. Li gor şirovekirina malpera Cizîre jî çar eger hene ji bo kû bihayê petrolê bi vî awayî dakeve. Ew eger jî evin:

  • di şeş salên bûrî de asta berhemhînana petrola Emerîkayê bilind bûye.
  • Heya niha endamên Rêkxistîya Opik bi temamî nerêkkevtine ku asta berhemhînana petrolê kêm bikin.
  • Dakevtina asat daxwazîyê li ser petrolê.
  • Bilindbûna bihayê dolarê. Bilindbûna bihayê dolarê bûye egra dakevtina asta daxwazîyê li ser petrolê, çunkû petrol di bazarên cîhanê de bi dolara Emerîkayî dihê firotin bi vî awayî jî bihayê Petrolê bi  diravên din bilindtir dibe.