Merkel ligel “navçeya tampon” li Sûriyê ye

Ev du sal in ku Tirkiyê daxwaza avakirina navçeyeke tampon li bakurê Sûriyê dike.

K24- Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Almanyayê, Angela Merkel ragihand ku, ew ligel avakirina navçeyeke tampon li Sûriyê ye.

Angela Merkel di hevpeyvînekê de ligel rojnameyeke Almanî got: “Tiştek baş e ku di rewşek wek a niha de navçeyek tampon li wir (Sûriye) hebe, ku ti aliyekî êrîşan li ser neke û firîn jî lê qedexe be.”

Ev du sal in ku Tirkiye daxwaza avakirina navçeyeke tampon li bakurê Sûriyê dike, lê ev daxwaz ji aliyê Amerîk, Rûsya û welatên din ve tê red kirin.

Merkel a ku beriya niha li dijî vê daxwaza Tirkiyê bû niha dibêje: “Tiştekî baş e eger alîgir û dijberên Serokê Sûriyê, Beşar Esed bigihin rêkeftinê di vê derbarê de.”

Navçeya tampon a ku Tirkiyê daxwaza çêkirina wê dike, ji Cerablusê heta Ezazê ye ku berferhiya wê 40 KM û dirêjahiya wê jî 90 KM e.

Tirkiyê dibêje ku ew navçe ji bo, hewandina penaberan, şerê li dijî DAIŞê, parastina ewlehiya Tirkiyê û perwerdekirina şervanên opozîsyona Sûriyê ye.

Lê ew navçe herêmên Koban û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê ji hev cuda dike.